Kuçeya 200 salî ya Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i332283-kuçeya_200_salî_ya_tehranê
Kuçeya Merwî ya 200 salî yek ji kevintirîn riyên Tehranê û yek ji kuçeyên dîrokî yên Kolana Nasir Xosrow e. Navê kuçeyê ji navê xwediyê kevin yê milkên vê herêmê hatiye girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2022 07:58 Asia/Tehran
  • Kuçeya 200 salî ya Tehranê

Kuçeya Merwî ya 200 salî yek ji kevintirîn riyên Tehranê û yek ji kuçeyên dîrokî yên Kolana Nasir Xosrow e. Navê kuçeyê ji navê xwediyê kevin yê milkên vê herêmê hatiye girtin.

Muhemed Hesen Xan Merwî yek ji xanên Qecer û hakimê Merwê yê di serdema Feth Elî Şah de bû ku li rojavayê Odlacanê ku îro li devera kuçeya Merwî ye, gelek mal û milk kirîbû. Mizgeftek û dibistanek bi navê Mizgefta Merwî û li kêleka wê jî baxçeyek terxan kir û piştre Lîseya Merwî li wir hat avakirin.