Çinîna çaya tirş li bajarê Karûnê
Kanûn 02, 2021 01:19 Asia/Tehran
Demsala çinîn û berefkirina çaya tirş ji zeviyên Şaristana Karûnê dest pê kir. Çandina vê giyayê dermanî ji meha Gulanê despê dike û ji meha cotmehê gulîlk û çîçekên wê vedibin û dema çinîna gulên wê dawiya meha mijdarê ye ku bi destan tê kirin. Şert û mercên avhewayê yên vê çandiniyê germ û ziwa ne.