Parka Neteweyan - Hemedan
Cotmeh 24, 2021 11:06 Asia/Tehran
Mini World Complex ya Malayêrê berhevokek e ku li Rojhilata Navîn bêhempa ye. Di vê projeyê de, 138 berhem û şênewarên dîrokî yên neteweyî û cîhanî dê li ser pîvanek ji dehê-yekê(dehekek) tê çêkirin, ku 15 ji wan şênewarên (abîdeyên) dîrokî yên cîhanê ne.
Heya nuha, Êlêman û hêmanên wekî Xeyam, Pira Versek, Birca Eyfelê, Kemera Bostan, Birca Pîzayê, Persepolis, Akropolîsa Yewnanê û Tirba Hafez a Şîrazê di astek piçûk de li vê parkê hatine bicîh kirin. Bi destpêkirina vê projeya mezin a li Malayêrê, ne tenê mirovên vî bajarî lê hemî gelên Îranê jî dikarin çend abîdeyên girîng ên dîrokî yên cîhanê û Îranê ji nêz ve û di hêmayên biçûktir de bibînin.