Îlon 07, 2021 18:57 Asia/Tehran

Demsala berhemanîna kişmêşan li gundê Dolabê yê prêzgeha Kurdistanê dest pê kiriye.

"Bolaw" têgehek herêmî ye û tê wateya arî (xweliya agir), ku ji bo berhemanîna kişmêşê ya zêrîn li Kurdistanê tê bikar anîn.Xweliya daran (arî) bi avê dikelînin û piştî sarbûnê, wê têxin nav ferayekê da ku li hev rûne (bicîh bibe) û ji madeya ku jê çê dibe re dibêjin xoşaw  .Piştî bidestxistina Xoşawê, tiriyan tê de werdiden, dûvre jî tiriyên bi şoşawê werdayî li ser banê malê li ber tavê radêxin (datînin) da ku hişk bibin.Merasîma kevneşopî ya "Bolaw" di sala 2015-an de di nav lîsteya karên neberçav ên Îranê de bi neteweyî hate tomar kirin.Gundê Dulaw bi zimanê herêmî tê wateya cîhê tijî av ku hezar sal kevnatiya wê ye ku deb û resma û kevneşopiya Bolaw li vî gundî tê cihanîn. Gundê Dulawê ketiye 40 km-iya başûrê bajarê Sinê û li eteka çiyayê bi nav û deng ê  "Awalan" ê di navbera bajarê Sine û Kamyaran de, li beşa Sîrwan a herêma Hewramana Jawerûd rojhilatê ye.

Serepeyv