Îmareta Asif Wezîrî li Sineyê muzeyek e derheq îsalet û reseniya gelê Kurd
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i324681-Îmareta_asif_wezîrî_li_sineyê_muzeyek_e_derheq_îsalet_û_reseniya_gelê_kurd
Yek ji wan deverên herî dîrokî yê Kurdistanê, ku li bajarê Sineyê û li taxa kevn a Sertpuleh ye, Avahî û Îmareta Asif Wezîrî ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2021 09:13 Asia/Tehran
  • Îmareta Asif Wezîrî li Sineyê muzeyek e derheq îsalet û reseniya gelê Kurd

Yek ji wan deverên herî dîrokî yê Kurdistanê, ku li bajarê Sineyê û li taxa kevn a Sertpuleh ye, Avahî û Îmareta Asif Wezîrî ye.

Di Îmareta Bedew û Balkêş a Wezîrî de yek ji avahî û binayên îranî û îslamî yên herî bedew heye. Ev Îmaret di sê serdemên dîroka mîr û şahên Sefewî, Qecer û Pehlewî de hatiye kemilandin û şopên mîmarî yên van sê serdeman lê tê xuyanê.

Xwediyê vê malê kesek bi navê "Asif Dîwanxan", bi nasnav "Mirza Taqîxan Leşkernivîs" bû. Roja îro ev bina û îmareta bûye muzeyek antropolojîk û rûyê bi esl û resen yê gelê Kurd nîşan dide. Ev mûzexane wekî "Mala Kurd" jî tê nas kirin.