Çinîna dewra yekem a tûyê ferengî li Sinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i315181-Çinîna_dewra_yekem_a_tûyê_ferengî_li_sinê
Li Parêzgeha Kurdistanê li nêzîkî 3 hezar û 200 hektar zeviyên vê parêzgeha Îranê tûyê ferengî tê çandin ku hasilê wê 45 hezar tûn li salê ye û sedî 75 ji tûyê ferengî yê Îranê li vê deverê dikeve dest.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 24, 2020 06:09 Asia/Tehran
  • Çinîna dewra yekem a tûyê ferengî li Sinê

Li Parêzgeha Kurdistanê li nêzîkî 3 hezar û 200 hektar zeviyên vê parêzgeha Îranê tûyê ferengî tê çandin ku hasilê wê 45 hezar tûn li salê ye û sedî 75 ji tûyê ferengî yê Îranê li vê deverê dikeve dest.

Tûyê ferengî li parêzgeha Kurdistanê wek şahê mêweyan tê binavkirin. Ev mêwe ji bo selametî û tendirustiya mirov pir bi bandor e û xwarina wê ji bo zarokan, nexweşan pir tê tewsiyekirin .Tûyê ferengî dibe sedema geşatiya postê mirov û ew dikare gelek ji vîtamînên hewce bo bedenê dabîn ke. Herwiha gelek ji xwêyên pêwîst ji bo tendirustiya mirov jî di vê mêwêyê de ne yên wekî Potasiyum, Kelsiyum, Hesin, Menziyum û Sidyumê.

Çandina Tûyê ferengî li parêzgeha Kurdistanê digihêje 150 salên berê. Av û hewa û rewşa barîna  baran û berfên guncaw li vê parêzgehê û pirxebatî û çalakbûna cutkarên vê navçê gişt bûne sedem da ku ev devera bibe navenda tûyê ferengî li Îranê.