Bi boneya Roja Rêzgirtina li Seidîyê Şîrazî
Nîsan 20, 2025 14:58 Asia/Tehran
Ebû Mihemed Muşrifeddîn Muslih Bin Ebdullah Bin Muşrif nasyar bi Seidî, helbestvan û nivîskarê mezin ê sedsala heftem a koçî ye.
Seidî bê guman di rêza pênc helbestvanên sereke yên Zimanê Farisî û ji mezintirîn helbestvanên Îranê ye ku bedewiya kelamê û xweşikbûna helbest û pexşana wî di asta cîhanî da bi nav û bang e. Xezelgotina Seidî di warê exlaq û îrfanê da gelekî ciwan û balkêş e û heta niha ti kesî nekariye xezelên xweşik heta vê astê bihûne.
Navenda Seidînasiyê ji sala 1381ê ya Koça Hetawî va roja 1ê Ordîbihiştê (20ê Nîsanê) ji vî helbestvanê mezin û binavûdeng ra terxan kir û wek Roja Seidî bi nav kir.