Bi hatina demsala payîzê û ji nîveka Cotmehê va, berhevkirin û hilberandina hinaran li baxên devera Hewramanê dest pê dibe. Hinarê Hewramanê ji bilî xwarina wek mêwe û firotina rasterast, av û dûşava wê vediguhere berhemên cûrbicûr û raberî bazarê tê kirin.