Karwanseraya Muşîr ul-Melik li Borazcanê
Îlon 03, 2022 15:09 Asia/Tehran
Karwanseraya Muşîr ul-Melik di sala 1250î ya Koça Rojî li ser fermana hecî Mîrza Ebulhesenxanê Muşîr ul-Melik hat çêkirin û heta sala 1300î ya Koça Rojî wek karwansera dihat bikaranîn. Madeyên bikarhatî di vê şûnwarê da seranser kevir û sarûc û textekevirên mezin û biçûk li dîwar û erdê wê ne.