Di van rojan de her goşeyê parêzgeha Gulistanê bûye rengê pembe, şîn, mor, zer û kesk û her derî bêhna gulîlkên daran girtiye ber xwe. Ji rojava heya rojhilatê parêzgehê dar tijî gul û gulîlk bûne û eva ji bo baxçevanan re mijgîniya saleke bi ber û bar û pir hasil dide.