Bihara Înqilabê
Sibat 10, 2022 12:19 Asia/Tehran
Di Sibata 1979an da Îmam Xumeynî (Re) piştî bi salan dûrbûn û sirgûnê vegeriya welêt. Girseyeke mezin a gel çûbû pêşwaziya rêberê xwe û li balefirgehê û di rêya goristana Bihişta Zehrayê li du aliyên kolanan li bendê rûniştibû.
Îmam destpêkê dil hebû li Zanîngeha Têhranê çend deqîqeyan biaxive, lê qerebalixiya gel ewqas bû ku ev kar nepêkan xuya dikir; Loma ji ber rêzgirtina li şehîdên 17ê Şehrîverê çû goristana Bihişta Zehrayê û li nav coş û heyecana gel, qala neqanûnîbûna meclîsê û dewleta girêdayî bi Şah û gendeliyên rejîmê kir.Wêneyên vê rapora wênekî bi hevkariya Civata Wênegirên Înqilab û Berevaniya Pîroz hatine dabînkirin.