Nîsan 13, 2021 12:00 Asia/Tehran
  • Li Misirê bajarekî dîrokî yê 3 hezar sal berî naha hate dîtin

Li Misirê tîmeke şûnwarnas bajarekî mezin dîtin ku di rewşeke baş de ye, nêzîkî hemû dîwarên wî mane û odeyên wan bi alavên rojane tijî ne.

dîtina bajarê winda yê Aten, piştî dîtina gora Tût Anx Amon duyemîn dîtina şûnwarîya herî girîng e.

Şûnwarnas di wê baweriyê de ne ku dîroka vî bajarî heta serdema Amon Hotepê Sêyemîn vedigere, ku berî zayînê di sala 1353 – 1391ê de desthilata wî hebû.

Fermangeha Şûnwarên Dîrokî yên Misirê eşkere kir ku dîroka wî bajarî vedigere heta 3 hezar sal berî niha.

Serepeyv