Çile 19, 2025 18:15 Asia/Tehran

Vê sibê tevî ragihandina bihannîa fermî ya agirbesa di navbera Rejîma Sîyonîst û Tevgera Hemasê da li Xezzeyê, medyayên Rejîma Sîyonîst basa êrişên vê rejîmê ser deverên curbicur ên vê herêmê kirin.

Hevgavê pêkanîna agirbesê li Zîvala Xezzeyê, Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku 19 kes di encama êrişên berdewam ên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da hatin şehîdkirin û 37 kes jî hatin birîndarkirin. 

Danîyêl Hagarî Berdevkê Artêşa Rejîma Sîyonîst jî idia kir: Rêkevtinameya agirbesê heta dema ku Tevgera Hemasê sozên xwe pêk neyne û lîsteya êxsîrên ku biryare bên azadkirin, raber neke, dê neyê bicihanîn.

Tevgera Hemasê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst bi dû hecetan digere û ev yeka qebûl nekir û dîyar kir ku pabendê rêkevtinameya agirbesê ye û lîsteya êxsîran bi hegerên teknîkî û meydanî nehatîye raberkirin. 

Rejîma Sîyonîst bi vê hecetê ku lîsteya 3 êxsîran nehatîye raberkirin, ji vê sibê va dest bi êrişên giran û berfire ser navçeyên curbicur ên Xezzeyê kir û ev di halekî da ye ku Ebû Ubeyde gotîye ku biryar e ew 3 êxsîr yê di çarçova rêkevtinameya lihevguhertina êxsîran werin azadkirn. 

Ji hêla din va, Wezîrê Darayîyê yê Rejîma Sîyonîst agirê şêr gurr dike û xwest ku şerê dijî Hemasê were domandin. Ismotrîç gef kir ku heke şerê li Xezzeyê neyê domandin û rêyek neyê destpêkirin ku di encamê da ew li Xezzeyê tam serdest bibin û ewê herêmê kontrol bikin û bi rê ve bibin, yê kabînê bixwe.

Îtmar Bin givêr Wezîrê Ewlehîya Navxeyî yê Rejîma Sîyonîst jî berî vîya gotibû ku heke agirbes li Zîvala Xezzeyê were pêkanîn, yê ji kabînê wêda here.

Gêdon Sair Wezîrê Karên Derve yê Rejîma Sîyonîst jî mukur hat ku Rejîma Sîyonîst nekarîye bigihêje armanca xwe ya serke yanî jinavbirina Hemasê û got: Mixabin em negihîştin armanca xwe ya jinavbirina Hemasê û Hemasê karîye hela jî ser desthilatê bimîne. 

Serepeyv