Tekeziya Hizbullaha Iraqê ser işkesta siyonîstan li hember berxwedana Filistînê
Hizbullaha Iraqê tekez kir ku siyonîst wisa li hemberî berxwedana efsanewî ya Filistînê şikest xwarin ku tu carî nikarin xwe bi ser û ber bikin.
Hizbullaha Iraqê îro bi daxûyaniyekê ragihand: Dagirkerên siyonîst nekarîn îradeya hêzên têkoşer û gelê Filistînê bişkînin di halekê de ku ew tim ji aliyê Amerîkayê ve dihatin piştgirî kirin.
Tabûrên Hizbullaha Iraqê tekezî ser wê yekê kirin ku ew azadkirina Filistîna dagîrkirî armanca xwe û ya hemû gelên azad dibînin û ragihand ku Bereya heq gelek şehîd di vê rêyê de pêşkêş kirin ku di serî de şehîdê Îslamê Seyîd Hesen Nesrullah cih digre.
Şêxên eşîretên Iraqê jî di hin peyaman de tevî destxweşiya ji piştgiriyên Berxwedana Îslamî ya Iraqê ji gelê Filistînê ser pêwîstiya parastina çekên berxwedanê li vî welatî tekez kirin.