Dîmenên pirr balkêş ji firrîna Masiyên Firrok
Kanûn 09, 2020 10:25 Asia/Tehran
Firrokmasî an Masiyên Firrok navê malbateke masiyan e ku zêdetirî 50 cûreyan digire ber xwe.
Masiyên firrok li nav ava hemî oqyanûsan nemaze li avên deverên germ ên Oqyanûsa Atlantîkê, Oqyanûsa Aram (pasîfîk) û Oqyanûsa Hindê tên dîtin.
Taybetmendiya wan a herî berbiçav baskên wan e ku bi awayekî balkêş mezin in û ev yek vê şiyanê dide wan ku firr an bazdeneke kurt li ser avê pêk bînin û bikarin xwe ji nêçîrvanan bifilitînin.
Serepeyv