Dêyleman, bilinditîn zozana parêzgeha Geylanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/galerî-i321372-dêyleman_bilinditîn_zozana_parêzgeha_geylanê
Dêyleman devereke zozanî û bilind e li parêzgeha Geylanê, ev zozan li rojhilata Geylanê û nêzîkî bajarê Siyahkelê ye. Bilndiya Dêyleman ji seravên behran digihêje 2 hezar metran û ji bo çûyîna vê zozanê riyek heye ku ji nav cengel û daristanan derbas dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 14, 2020 07:45 Asia/Tehran
  • Dêyleman, bilinditîn zozana parêzgeha Geylanê

Dêyleman devereke zozanî û bilind e li parêzgeha Geylanê, ev zozan li rojhilata Geylanê û nêzîkî bajarê Siyahkelê ye. Bilndiya Dêyleman ji seravên behran digihêje 2 hezar metran û ji bo çûyîna vê zozanê riyek heye ku ji nav cengel û daristanan derbas dibe.

Li zozanê Dêylemanê gelek kanî û çem diherikin û her aliyeke wê bi hêşinatî û mêrg û çimen e û dema kesek here wir, wer difikire ku ev der li ti cihekî din nedîtiye. 

Av û hewayê wir sar û çiyayî ye û kaniyên zav û wêneyên bedew û qoçên bilind û tijî berf ên vê zozanê bi nav û deng in.

Dêyleman ji cih û meskenên herî kevn ên mirov li Îranê ye, bi awayekî ku şênewar û berhemên herî kevn yên hatine sîtin li vê navçê nîşan didin ku ev der du hezar sal berî zayîna Mesîh anku zêde ji 4 hezar salên berê cih û meskenê mirov bûye.