Mizgevta Nesîrulmulk a Şîrazê, Mizgevtek ji ronahî û nûrên reng bi reng
Tîrmeh 16, 2020 06:46 Asia/Tehran
Mizgevta Nesîrulmulk a Şîrazê, Mizgevteke kevn a Şîrazê ye, ev mizgevta ji ber ku li pencerên wê şûşên (camên) reng bi reng hatine bikaranînê di rojê de ronahî û nûrên reng bi reng têxe nav mizgevtê, vê yek ev mizgevt gelek bedew û xweşik kiriye û ji ber vê yekê ew bi nav û ban e.
Mizgevta Nesîrulmulk a Şîrazê ketiye nêzîkiya mizgevta bi nav û bang a Şah Çirax. Ev mizgevt li gor fermana Mîrza Hesen Elî ku bi navê Nezîrulmulk dihat nasîn hate çêkirin. Ew giregireke nesilbeta Qecer bû. Mêmariya vê mizgevtê Muhemed Hesen Mêmar cih anî û 12 sal çêkirina wê dom kir. Kevirên xemilandinê ên vê mizgevtê û xeml û rewşên din ên wê ji ser mizgevta Wekîl û mizgevta Mûşîr a Şîrazê bûye û kevirên wê ji kevirên genimokê yên yekperçe ye.
Serepeyv