Çile 30, 2026 16:45 Asia/Tehran

Çavkaniyên nûçeyan derbarê dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê û şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke din a filistîniyan agahî dan.

Bi dewama binpêkirina agirbesê li Xezzeyê, leşekerên Siyonîst deverên vê zîvalê  dan ber êrişan. Çavkaniyeke pizişkî li nexweşxaneya Şuhedayê Eqsayê ragihand ku piştî bombebarana  kombûna welatiyan ji aliyê  balefirên cengê yên  Rejîma Siyonîst li kampa Mexazî li navenda Xezzeyê, du kes şehîd bûn û bi dehan filistîniyên din birîndar bûn. Li gor nûçeyeke din medya filistînî ragehand ku du filistîniyên din li bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê ji aliyê leşkerên siyonîst ve hatin şehîdkirin. Her wiha hatiye ragihandin ku gulleavêtina giran û berdewam a amûrên leşkerî  yên Rejîma siyonîst li derdora  mêhwera Moragê li bakurê bajarê Refeahê, li başûrê Xezzeyê di rojevê de ne.

Hevdem hêzên dagirker dest bi teqandin û kavilkirina avahiyên  niştecihbûnê bajarê Refehê  kirine û tankên vê rejîmê  jî li bakurê rojavayê bajêr bi berfirehî gulebaran kirin. Li gorî raporan, tankên siyonîstan her wiha li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê  jî dane ber gulleyan. Li gor nûçeyeke din Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku cenazeyên 15 şehîdên din ji rejîma siyonîst wergirtine.

 Ajansa Nûçeyan a Şehabê jî ragihand ku helîkoptereke Apaçî ya siyonîstan taxên rojhilatê Xezzeyê  dane ber êrişan.  Her wiha navçeyên  rojhilatê Xan Yûnisê jî  bi tundî ketine ber gulleyên siyonîstan . 

 Li navenda zîvala Xezzeyê jî  helîkopterên dagirkeran rasterast rojhilatê kampa penaberan a Birîcê gulebaran kirine ku di encamê de tirs û xof ketiye nav xelkê  wir. 

Riyaz Mensûr, nûnerê daîmî yê Filistînê li NY jî ragihand ku ji dema agirbesa li Xezzeyê ve, rejîma siyonîst herî kêm 500 filistînî şehîd kirine û kavilkiriê berdewam dike. 

Li gorî vê raporê, dewama êrişên siyonîstan, seirr û seqema giran û girtina deriyê Rfehê bûne sedema berdewamiya qeyrana  mirovî li  vê navçeyê   ger çi qonaxa duyemîn a  peymana agirbesê li Xezzeyê dest pê kiriye.

 

Serepeyv