Karesata mirovî li Xezzeyê
Şaredariya Xezzeyê bal kişand ser qutkirina boriya veguhestina avê ya vî bajarî ji hêla Rejîma Siyonîst a dagirker ve û bang li civaka cîhanî kir ku zextê bide ser Rejîma Siyonîst.
Hosnî Muhena, Berdevkê Şaredariya Xezzeyê ragehand: Bajarê Xezzeyê ji ber qutbûna boriya veguhestina avê ji erdên dagirkirî bo roja 11 an li dû hev bi qeyrana giran a avê re rûbirû maye. Piştî xerakirina çavkaniyên din ên bajêr bi dû şerê jînosaydê, çavkaniya sereke ya ava vê herêmê tê hesabê. Husna Muhena bang li civaka cîhanî kir ku bilez zextê bide ser dagirkeran ku çavkaniyên avê vejînin.
Muhena hişyarî da ku dewama qeyranê dê bibe sedema encamên nalebar ên tendrustî û jîneghê ji bo zêdetirî milyon kesî û awareyên bajarê Xezzeyê.
Di hemen demê de, Wezareta Tendrsutiyê li Zîvala Xezzeyê bi daxûyaniyekê ragehand ku di 24 sitên borî de, sê şehîd û 20 birîndar hatine veguhestin bo nexweşxaneyên vê zîvalê.
Du ji wan teze hatine şehîdkirin û kesek jî ji bin kelefeyan hatiye derxistin. UNRWAyê bi fukareke kûr ev yeka şermezar kiriye û biryara Rejîma Siyonîst ya xerakirina meqera vê ajansê li Qudsa rojhilat karekî xeternak da zanî ku dikare pergala çendalî ya navneteweyî lawaz bike.
UNRWAyê her wiha banga rawestandina bilez a hemî kiryarên dijî avahiyên UNRWAyê, rêzgirtina li erkdariyê û desthilatên vê ajansê, rakirina sînordarkirinên li ser çalakiyên wê û pabendbûna tam bo mafên navneteweyî kir.