Çile 25, 2026 18:20 Asia/Tehran

Rêxistina alîkarîghandin u Karpeydakirina bo Awareyên Filistînî ya NU (UNRWA) derbara hilweşîna sîstema perwerdê û xizmetguzarîyên di vî arî da û bêparbûna 600 hezar zarokî ji xwendinê li Zîvala Xezzeyê da hişyarî da.

Fîlîp Lazarînî Serkomîserê UNRWAyê got: Ev zarokana di nav kavil u kelefeyan da tûşî gellek zîyanên kûr dibin u vegerandina van zarokana bo nav atmosfereke perwerdehîyê ya ewleh, yek ji ewlewîyetên sereke yên ajansa UNRWAyê ye. Lazarînî gotîye ku UNRWAyê heta vê gavê 65 hezar cîyên demkî jib o perwerdekirina zarokan vekirîye. Dezgehên ser bi NY ji wan UNESCO u Nivîsgeha Rêkxistina Karên Merivdostane ya NY jî ragihandine ku nêzî 745 hezar xwendekar li Zîvala Xezzeyê ji 7ê COtmeha sala 2023yê va jib o sala sêyem bi dû hev ji perwerdeya fermî bêpar bûne. 88 hezar xwendekarên zanîngehê jî di vê amarê da cî digirin ku ji perwerdeya fermî hatine bêparkirin ku babateke bitaluke ye ku di encamê da nivşeke tam a zarok u tezelawên filistînî ji xwendinê bêpar dibin.

Li gorî belgeyên NY, zêde ji sedî 95 heta 97ê dibistan u navendên perwerdekirinê li Zîvala Xezzeyê tûşî zîyanê bûne ku dibistanên hikûmî, dibistanên ser bi UNRWAyê û dibistan u navendên perwerdekirinê yên nehikûmî digire ber xwe. Hejmareke zêde ya navendên hanê tam hatine kavilkirin û bi sedan navend u dibistanên din jî idî bi kêr nayên û hewcetî bi restorekirinê hene. Fîlîp Lazarînî herwiah gotîye ku rexê rojavaya çemê Urdinê ku hatîye dagirkriin, qeyrana herî giran a merivî ji sala 1967ê heta nika va derbas dike. UNICEFê jî derbara xetera jidestçûna tam a nivşekê u hilweşîna sîstema perwerdê li Zîvala Xezzeyê da hişyarî da.

 

Serepeyv