Çile 24, 2026 18:20 Asia/Tehran

Serokê Rêxistina Navneteweyî ya Berevaniya Mafên Gelê Filistînê, bal kişand ser şehîdbûna sê rojnamevanan bi destê dagirkerên siyonîst û got: Şehadeta 11 filistîniyan, ji wan sê rojnamevan nîşana vê yekê ye ku peymana agirbesê ti parastinek ji bo sivîlan çênekiriye lêbelê bûye amûrek ji bo berdewamiya kuştina rasterast a filistîniyan.

Selah Abdulatî, serokê Komîsyona Navneteweyî ya Parastina Mafên Filistîniyan got: Êrişa berdewam ser  sivîl û rojnamevanan li Xezzeyê, digel koçberkirina bi darê zorê û wêrankirina binesaziyê, berdewamiyek eşkere ya qirkirinê ye ku bi amûrên curbicur  û di bin siya bêdengiya navneteweyî de tê kirin.

Ebdulatî Kiryarên dagirkerên siyonîst di kuştina filistîniyan û êrişa  ser  rojnamevanan li deverên Filistînê de siyaseteke  biarmanc ji bo veşartina rastiyê û tepeserkirina vegotina azad a Filistîniyan û hewldanek ji bo veşartina belgeyên jînosayd, birçîbûn û wêrankirina berfireh li nav raya giştî ya navneteweyî da zanîn.

Li gorî raporeke din, leşkerên siyonîst piştî êrişa ser malekê li bajarokê Beyt Emrê li Rexê Rojava, bavek û sê zarokên wî girtin û ew veguhestin baregeheke leşkerî li qereqola artêşê li bajarokê siyonîstnişîn ê Kerem Tesûrê  li başûrê vî bajarokî.

Her wiha, li bajarokê  Kefer Qudûmê li rexê Rojava, leşkerên siyonîst  bi êrişa ser çendîn malan û geriyan û xerakirina mal û milkên xelkê  5 ciwanên  filistînî girtin  û paşê ji navçeyê vekişyan.

Françêska Albanîz, Raportora Taybet a NY li Erdên Dagirkirî yên Filistînê bal kişand ser êrişa sîstematîk a rejîma siyonîst ser navendên NY ji wan UNRWA`yê û got: Divê endametiya vê rejîmê di nava NY de were taluqkirin  û boykotên NY dijî Telavîvê cih bên.

 

Serepeyv