Çile 23, 2026 15:54 Asia/Tehran
  • Nablos ji hêla dagirkerên sîyonîst va hatîye dorpêçkirin û malên filistînîyan tên kavilkirin

Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên rejîma dagirker a sîyonîst bi awayekî berfire êrişî navçeyên curbicur ên rexê rojavaya Çemê urdinê kirin.

Leşkerên rejîma dagirker a sîyonîst şeva buhurî u berbanga îro di çarçova êrişeke berfire ser çend navçeyên rexê rojavaya çemê urdinê da hejmareke welatîyên filistînî desteser kirin.

Di encama êrişa leşkerên sîyonîst ser bajarê Silfîtê da, dagirkeran çend filistînî desteser kirin. Li şarê Bîre û Dewrayê jî di navbera lekerên dagirker u ciwanên filistînî da pevçûn derket ku di encamê da çend ciwannê filistînî hatin birîndarkirin.

Komeleya Hîva Sor a Filistînê jî ragihand ku leşkerên rejîma dagirker a sîyonîst dema êrişa ser şarê Bîreyê da gaza rondikîner dijî welatîyan bi kar anîn ku di encamê da 6 welatî tûşî bêhnçikbûnê bûn.

 

Serepeyv