Berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê
Rejîma Sîyonîst hela jî binpêkirina agirbesê li Zîvala Xezzeyê didomîne.
Di encama berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê da, 11 filistînî ji wan 3 nûçegîhan, 2 zarok u jinek hatin şehîdkirin u çend kes jî hatin birîndarkirin. Ev êrişana di halekî da tên domandin ku Rejîma Sîyonîst hela jî binpêkirina agirbesê didomîne û ev rejîma bi helekopteran û zêrêhpûşan êrişî filistînîyan dike u di encamê da çend welatîyên filistînî jî hatin birîndarkirin.
Mehmûd Besel Berdevkê Rêxistina Berevanîya Sivîl li Zîvala Xezzeyê jî derbara dûhatên ciddî yên serma u seqema bêmînak ku ji destpêka Zivistanê va Zîvala Xezzeyê daye ber xwe, hişyarî da û gotîye ku aware nemaze zarok di rewşeke giran di nav kon u çadiran da bêyî alavên germkirinê dijîn û çavkanîyên pizişkî li Xezzeyê jî ragihandin ku Şezî Eû Cerad zarokê heftmehî yê filistînî di encama serma u seqemê da li Xezzeyê can da. Eva di halekî da ye ku Rejîma Sîyonîst hela jî nahêle ku alîkarîyên merivdostane û alavên bicihkirinê derbasî Zîvala Xezzeyê bnê kirin ku di encamê da qeyrana tenduristîyê giran bûye, av hatîye birrînê û rewşa merivî ya vê herêmê zêdetir giran bûye.