Hişyarîdayîna derbara candayîna zarokên filistînî li Zîvala Xezzeyê da
Serokê Beşa Zarokan a Navenda Dermankirinê ya Nasirê hişyarî da ku di rojên bê da yê hejmareke zêdetir a zarokên filistînî canê xwe ji dest bidin.
Ehmed Fera Serokê Beşa Zarokan a Navenda Dermankirinê ya Nasirê hişyarî da ku ji ber serma u seqmê û berdewambûna awaretîya niştecihên Zîvala Xezzeyê hejmareke zêdetir a zarokan li vê zîvalê can didin. Ehmed Fera herwiha got: Zarok li Zîvala Xezzeyê di rewşeke nemirovî û ne-ewleh da derbas dikin û imkan u alavên germkirinê yên pêwîst li vê herêmê bi dest nakevin û rewş yê di rojên bê da girantir bibe. Ji hêla din ve, raporên medyayan nîşan didin ku dagirkerên sîyonîst êrişên ser Zîvala Xezzeyê didomînin u di vê çarçovê da leşkerên dagirker û bajaroknişînên sîyonîst îro êrişî şarê Nablosê ku ketîye bakura vê herêmê, kirin. Komeleya Hîva Sor a Filistînê jî ragihand ku di encama êrişa bajaroknişînên sîyonîst ser bajarokê Ewrîf li Nablosê da, 2 filistînî hatine birîndarkirin. Sîyonîstên bajaroknişîn herwiha di encama vê êrişê da agir berdan 10 maşînên filistînîyan. Rejîma Sîyonîst jî duh êrişî binkeya UNRWAyê kir û dest bi têkdna vê avahîyê û alavên vê rêxistinê kir. Hevgavê van cinayetana, çavkanîyên nûçeyan li Libnanê jî ragihandin ku Rejîma Sîyonîst binpêkirina agirbesê didomîne û bi xwofirran li bajarokê Zehranî ku ketîye başûra Libnanê, êrişî maşînekê kir. Li gorî daxûyanîya Wezareta Tenduristîyê ya Libnanê, di encama vê êrişê da, welatîyekî libnanî hatîye şehîdkirin.