Şerê giştalî yê dagirkeran li dijî awareyên filistînî / Zarok ji ber seqemê can didin
Serokê Rêxistina Navneteweyî ya Berevaniya ji Mafên Gelê Filistînê got: Girtina pêşiya derbaskirina kon û kanêksan bo nav zîvala Xezzeyê cinayeteke berfireh bi armanca qirrkirin u awarebûna gav bi gav a zêdetirî milyonek û nîv awareyên filistînî ye.
Selah Abudlatî got: Bayên giran bi sedan kon li deverên cuda yên zîvala Xezzeyê ji cih derxistine, bi hezaran malbat bêmal û war kirine û sermaya zêde ji destpêka zivistanê ve bûye sedema mirina herî kêm heşt zarokan.
Wî tekez kir: Ji ber encamên wêranker ên şerê li zîvala Xezzeyê, zivistan bûye sedema êş û karesatên mirovî.
Di heman demê de, Yamen Ebû Silêman, rêveberê Dezgeha Berevaniya Sivîl li parêzgeha Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê, ragihand ku evê parêzgeha ji ber bahozê rewşke dijwar derbas kiriye. Bayên giran û bihêz baran û bilindbûna asta deryayê bûne sedem kon li kampan di bin avê de bimnin ku malbatên filistînî li wan distirîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî di raporekê de ragihand ku hejmara şehîdan li zîvala Xezzeyê gihîştiye 71 hezar û 441 kesan.