Jordaçûna hejmara şehîdan li Zîvala Xezzeyê
Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji destpêkê va heta nika rabû 71 hezar u 441 kesî.
Hevgavê destpêbûna qonaxa duyem a rêkevtinameya agirbesê li Xezzeyê çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Rejîma Sîyonîst di çend saetên buhurî da çend carî êrişî Zîvala Xezzeyê kir. Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser navçeya Xan Yûnisê ku ketîye başûra vê herêmê, jinek u pîrejinek hatine şehîdkirin. Leşekrên dagirker ber bi şarê Dêr Belehê va ku ketîye navenda Zîvala Xezzeyê pêş da çûne û dest bi êrişa ser welatîyên filistînî kirine.
çavkanîyên nûçeyan herwiha ragihandin ku di encama êrişên dagirkeran ser Xezzeyê da herîkêm 7 filistînî hatin şehîdkirin. Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst heta nika hezar u 449 carî agibes binpê kirîye. Di dewama daxûyanîya vê nivîsgehê da hatîye ku Rejîma Sîyonîst di qonaxa yekem a rêkevtinameya agirbesê da 449 welatîyên filistînî li Xezzeyê şehîd kirîye.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku ji destpêka agirbesa di sala 2025ê va heta nika 451 filistînî hatine şehîdkirin u hezaar u 251 kes jî hatine birîndarkirin. Di vê heyamê da meytê 710 şehîdî ji bin kavilan hatîye derxsitin. Zêde ji salekê ji rêkevtinameya agirbesa li Libnanê va derbas dibe û di encama êrişên hewayî yên Rejîma Sîyonîst ser gundê Mensûrî ser bi şarê Sûrê û herêma Mîdfonê ser bi şarê Nebetîyê li başûra Libnanê da 2 kes hatin şehîdkirin.
Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da ku bi piştgirîya Amerîkayê pêk tê, bilî qirrkirina filistînîyan, sedî 90 binesazîyên vê herêmê kavil bûye u ji nav çûye û NY jî texmîn kirîye ku nêzî 70 milyard Dolar ji bo jinûve avakirina vê herêmê pêwîst e.