Çile 15, 2026 13:47 Asia/Tehran

Di halekî de ku van rojan nîqaşa pêkanîna qonaxa duyemîn a peymana agirbesê li Xezzeyê tê kirin, Hemasê daxwaz kir ku Rejîma Siyonîst sozên qonaxa yekem a peymana agirbesê li Xezzeyê bi tevahî bi cîh bîne û ber bi qonaxa wê ya duyemîn ve biçe.

Hazim Qasim, berdevkê Hemasê got: Em bang li hikûmeta Amerîkayê dikin ku rejîma dagirker a siyonîst neçar bike ku sozên qonaxa yekem a peymana agirbesê bi tevahî bicîh bîne, dû re jî ber bi destpêkirina qonaxa duyem ve biçe.

Wî her wiha derbarê destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbesa Xezzeyê ji aliyê nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn ve diyar kir: Em bi tevahî amade ne ku rêveberiya Xezzeyê radestî komîteyek teknokrat a serbixwe bikin û karê vê komîteyê hêsan bikin.

Ji hêla din ve, Tahir Nunu, şêwirmendê medyayî yê serokê nivîsgeha Hemasê, jî behsa astengiyên Rejîma Siyonîst li hember gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê Xezzeyê kir û got: Pêwîst e welatên navbeynkar zextê li ser rejîma siyonîst bikin da ku derbasgehên sînorî vebin, pêvajoya alîkariyên mirovî bo Xezzeyê bilezînin û artêşa siyonîst ji vê xetê derxin.

Ji aliyekî din ve, çavkaniyên filistînî behsa astengkirina derbasbûna qonaxa duyem a plana agirbesê li Xezzeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve kirin û ragihandin ku dijayetiya Rejîma Siyonîst li hember ji nû ve avakirina Zîvala Xezzeyê û vekişîna hêzên xwe ji Xezzeyê berbendên sereke yên li pêşiya destpêkirina qonaxa duyem a agirbesa Xezzeyê ne.

 

Serepeyv