Çile 14, 2026 19:04 Asia/Tehran

Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand: Di encama barînan û hilweşîna mal çadiran di 2 rojên buhurî da, 24 filistînî li Zîvala Xezzeyê şehîd bûnr u 7 hezar kon u çadir jî wêran bûne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmetê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand: Di encama barînên di 2 rojên buhurî da, 24 filistînî ji wan 18 zarok ji ber serma u seqemê di nav çadir u konên awareyan da şehîd bûne. Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku karesata merivî li Xezzeyê berfire bûye û jînosayd û dorpêçkirina gelê vê herêmê bi destê Rejîma Sîyonîst u herwiha wêrankirina mal u binesazîyan u koçberkirina zêde ji milyonek u nîv filistînîyan u jîyana wan di nav xêvet u çadiran da hela jî didomin û ew ji imkanên herî berayî bêpar in. 

Vê nivîsgehê ji civaka navdewletî, NY û dezgehên merivdost û hiqûqê xwest ku demlidest bikevin dewrê û alavên germkirinê û hawargiheştin û sitirînê bêyî sînor derbasî Xezzeyê bikin û welatîyên zindî mane, rizgar bikin. Eva di halekî da ye ku Artêşa Rejîma Sîyonîst bi êrişa ser navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê binpêkirina agirbesa sist li vê navçeyê didomîne, bi awayekî ku di encama êrişan da çend filistînîyên din hatine şehîdkirin. 

Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) jî ragihand ku ji destpêka agirbesê va li Xezzeyê zêde ji 100 zarokên filistînî li vê herêmê hatine şehîdkirin ku hejmareke wan di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ên bi xwofirran da hatine şehîdkirin. Di encama destdirêjîya Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê da ku bi piştgirîya Amerîkayê pêk tê, bilî qirrkirina filistînîyan, sedî 90ê Zîvala Xezzeyê wêran bûye u li gorî texmîna NY nêzî 70 milyard Dolar ji bo jinûveavakirina vê herêmê pêwîst e. 

 

 

 

Serepeyv