Çile 13, 2026 17:22 Asia/Tehran
  • Berdewambûna binpêkirina agirbesê li Zîvala Xezzeyê

Medyayên filistînî ragihandin ku di encama êrişên dagirkeran ên bi xwofirran ser hin navçeyên başûra Zîvala Xezzeyê da, 3 filistînî hatin şehîdkirin.

Nivîsgeha Medyayî ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê ragihand ku Rejîma Sîyonîst heta nika hezar u 193 carî agirbes binpê kirîye. Li gorî vê raporê, di encama binpêkirina agirbesê da 484 filistînî hatine şehîdkirin.

Çavkanîyên filistînî li Xezzeyê ragihandin ku 6 filistînîyan ji wan 2 zarokan îro di encama hilweşîna avahîyên zîyanlêketî da canê xwe ji dest dane.

Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabûye 171 hezar u 318 kesî. 

Serepeyv