Çile 12, 2026 14:05 Asia/Tehran
  • Rayedarekî Hemasê: Netanyahu bi dû jinavbirina rêkevtinameya agirbesê ye

Rayedarekî payebilind ê Hemasê got: Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bi dû jinavbirina rêkevtinameya agirbesa Xezzeyê ye u dixwaze agirê şêrr li navçeyê gurr bike.

Mihemed Nezal yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê got: Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst, bi merema revîna ji qeyranên navxweyî lê digere agirê cengê li herêmê gurr bike.

Mihemed Nezal pêgirî kir: Benyamîn Netanyahu hewil dide rêkevtinameya agirbsê li Xezzeyê ji nav bibe û ji bo ku ji qeyranên navxweyî yên Rejîma Sîyonîst bireve, lê digere  agirê şêrr li navçeyê gurr bike.

Mihemed Nezal herwiha got: Pêkanîna lêjneyeke pêkhatî ji kesayetîyên teknokirat ji bo birêvebirina Zîvala Xezzeyê pêrgî hin şik, guman u têbînîyên Rejîma Sîyonîst u Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê bûye. 

Serepeyv