Candayîna herîkêm 27 kesî ji ber serma u seqemê li Zîvala Xezzeyê
Berdevkê Rêxistina Hawargiheştin u Rizgarkirinê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku zêde ji 27 kesî di encama serma u seqemê u hilweşîna avahîyan da li vê herêmê can da.
Mehmûd Besel Berdevkê Rêxistina Hawargiheştin u Rizgarkirinê ya Zîvala Xezzeyê ragihand ku zêde ji 27 kesî di encama serma u seqemê u hilweşîna avahîyan da li vê herêmê can da u hişyarî da ku heke qeyrana nebûna xizmetguzarîyan li Zîvala Xezzeyê di çend rojên bê da neyê çareserkirin, diqewime hejmara gorîyan jorda here. Mehmûd Besel herwiha got: 9 zarokan jî di encama serma u seqemê da canê xwe ji dest dane.
Ajansa Alîkarîgîhandin u Karpeydakirinê bo Awareyên FiIistînî ya NY (UNRWA) jî pêgirî kir ku di encama sînordarkirina derbaskirina alîkarîyên merivdostane ji hêla Rejîma Sîyonîst va, zarok li Zîvala Xezzeyê di rewşeke gellekî xirab u bitaluke da dijîn. Mafê zarokên Zîvala Xezzeyê ye ku ji alavên germkirinê u xwarina guncav sûdmend bibin. Zarok hewcedarê alîkarîyan in, lê Rejîma Sîyonîst rê li ber derbaskirina alîkarîyên pêwîst ji bo wan digire. UNRWAyê herwiha ji ber berdewambûna dorpêçkirina merivî ya Xezzeyê tevî pêkanîna agirbsê, têkildarî rewşa giran a zarokan dilnigeranbûna xwe dîyar kir.Şayanî gotinê ye ku Dîwana Navdewletî ya Dadwerîyê ragihandîye ku Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê jînosayd pêk anîye û dezgehên ser bi NY jî di raporên fermî yên xwe da piştrast kirine ku Rejîma Sîyonîst êrişî sivîlan kirîye, jînosayd pêk anîye û filistînîyên Zîvala Xezzeyê birsî radigire.