Rejîma Sîyonîst dîsan êrişî Zîvala Xezzeyê kir; 15 filistînî hatin şehîdkirin
Çavkanîyên filistînî ragihandin ku Rejîma Sîyonîst hela jî bi binpêkirina agirbesê, êrişên ser filistînîyên Zîvala Xezzeyê didomîne û di 24 saetên buhurî da 15 filistînîyên din şehîd kirîye.
Rejîma Sîyonîst di 24 saetên buhurî da bi giranî êrişî navçeyên curbicur ên Zîvala Xezzeyê ji wan Refeh u rojhilata Cibalîyayê kirîye ku di encamê da 15 filistînî ji wan 5 zarok şehîd kirîye.
Çavkanîyên filistînî ragihandin ku di encama êrişên hanê da bi dehan kes jî hatine birîndarkirin.Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku Rejîma Sîyonîst hezar u 193 carî agirbes binpê kirîye.
Di 90 rojên buhurî da, piştî pêkhatina agirbesê, tenê 23 hezar u 19 kamyonên hilgirê alîkarîyan derbasî Zîvala Xezzeyê bûne, di halekî da ku divîya 54 hezar kamyon derbasî Zîvala Xezzeyê bibana.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê jî ragihand ku hejmara şehîdên Zîvala Xezzeyê rabû 71 hezar u 409 kesî.
Hevgavê vê yekê NY jî ragihand: Di sala 2025ê da zêde ji 1800 car êrişa bajaroknişînên sîyonîst ser Rexê ROjavaya Çemê Urdinê hatîye tomarkirin.
NY ragihand ku di encama 1800 car êrişên bajaroknişînên sîyonîst ser Rexê Rojavaya Çemê Urdinê da gellek kes jî hatine birîndarkirin û zîyan li nêzî 280 komavahîyên niştecîbûnê yên vê herêmê ketîye.