Çile 05, 2026 14:06 Asia/Tehran
  • UNICEF: Sedî 98ê dibistanên Zîvala Xezzeyê di şêrr da wêran bûne

Berdevkê UNICEFê li Filistînê ragihand ku sedî 98ê dibistanên Xezzeyê di encama şer u êrişên Rejîma Sîyonîst da wêran bûne û zêde ji 638 hezar zarokên filistînî jî ji xwendinê bêpar bûne.

 

Kazim Ebû Xelef Berdevkê UNICEFê li Filistînê got: Sedî 98ê dibistanên Zîvala Xezzeyê di şêrr da wêran bûne. Wî herwiha got: Zêde ji 638 hezar zarokên filistînî bi hegera şêrr ji xwendinê bêpar bûne. Herwiha mezintirîn pirsgirêk ji destpêka şerê Xezzeyê di Cotmeha sala 2023yê ve, girtina rê li ber derbaskirina emrazên perwerdê ye. 

Berdevkê UNICEFê herwiha got: Nêzî hezar kadro u 20 hezar xendekarênm dibistan u zannîgehan di şêrr da hatine şehîdkirin.

Mu`eyid Şe`ban Serokê Desteya Berxwedana Himber Bajarokçêkirinê jî bi weşandina amarekê, ragihand ku êrişên Rejîma Sîyonîst a dagirker u bajaroknişînan ser filistînîyên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê di sala 2025ê da tund bûne. 

Serepeyv