Dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê û zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê, bi tekeziya ser berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê, ragihand ku hejmara şehîdên êrişa rejîma Siyonîst ser Xezeyê gihêşt 71 hezar û 271 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê bi daxûyaniyekê ragehand: Hejmara birîndaran jî gihîştiye 171 hezar û 233 kesan. Li gorî vê daxuyaniyê, di 24 sietên borî de, cenazeyên du şehîdan bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin, yek ji wan vê dawiyê şehîd bûye û cenazeyê şehîdekî din ji bin xirabeyan hatiye derxistin. Her wiha di vê midehê de,di encama êrişên hêzên dagirker ser Xezzeyê de filistîniyek birîndar bûye. Çavkaniyên herêmî li Xezeyê jî îro ragihandin ku zarokekî filistînî li kampa Nuseyratê ji ber sermaya giran şehîd bûye û hevdem jinek û zarokê wê di encama şewata li navenda Awareyan a Yermokê li rojavayê Xezzeyê de şehîd bûne
Çavkaniyên nûçeyan her wiha ragihandin ku li deverên curbicur ên zîvala Xezzeyê û Rexê Rojava êrişên artêşa Rejîma Siyonîst berdewam dikin. Li gorî raporên medyayê, di çend sietên borî de deverên bakur û başûrê zîvala Xezzeyê rastî êrişên topxaneyî yên artêşa siyonîst hatine. Artêşa Rejîma Siyonîst çend caran derdora xaçerêya Sinafûrê li taxa Tuffah li bakurê rojhilatê Xezzeyê topbaran kiriye.Başûr jî deverên rojhilatê bajarê Xan Yûnisê jî bûne şehedê êrişên bi tankan û topxaneyên hêzên dagirker ên Rejîma Siyonîst ser mal û milkên welatiyan. Bajarokên Beyt Cala û Hûsan li parêzgeha Beyt Lehmê jî rastî êrişên leşkerên Rejîma Siyonîst hatine.