Hişyariya derbarê belavbûna nexweşiya Leptospirozê li nav awareyên li Xezzeyê
Çile 01, 2026 17:01 Asia/Tehran
Çavkaniyeke tenduristî û dermankirinê li Xezzeyê derbarê belavbûna nexweşiya pir xeternak a "leptospiroz" di nav awareyên filistînî li vê zîvalê di bin saya nebûna îmkanat û alavên tendrsutiyê hişyarî da.
Bessam Zeqût, Rêveberê alîkariyê li Xezzeyê, li ser belavbûna nexweşiya Leptospirozê di nav awareyên filistînî ji ber rewşa xirab a tenduristî û jîngehê di nav kampan de hişyarî da. Zeqût diyar kir: Ev nexweşî bi rêya ava qirêj û di encama têkelbûna ava baranê bi şêlavê û zêdebûna kêzikan ji mirovan re tê veguhestin. Zarok û kal û pîr zêdetir li ber xeterê ne . Zeqût destnîşan kir ku nebûna îmkanatê pêderxistinê û kivşkirina zûdem a nexweşyioê, rewşê xirabtir dike.