Leşkerekî din ê sîyonîst hat kuştin
Medyayên Rejîma Sîyonîst ragihandin ku leşkerekî vê rejîmê di encama gulleavêtinekê da li binkeyeke leşkerî ya Filistîna Dagirbûyî hat kuştin u lêkolîna polîsan têkildarî bûyerê destpê bû.
Kanala 12 ya televîzyona Rejîma Sîyonîst ragihand ku leşkerekî vê rejîmê di encama gulleavêtinekê da li binkeyeke leşkerî li bakura Filistîna Dagirbûyî hat kuştin u polîsên leşkerî yên vê rejîmê jî dest bi lêkolîna derbara vê bûyerê da kirin.
Di vî halî da, Artêşa Rejîma Sîyonîst berî vîya mukur hat ku efserekî sîyonîst di encama teqîna bombeyeke di nav maşînekê da li Refehê ku ketîye başûra Zîvala Xezzeyê, birîndar bûye. Di meha Kanûnê da jî leşkerekî sîyonîst di encama pevçûna li binkeyekê da li bakura Filistîna Dagirbûyî hat kuştin u leşkerek jî hat birîndarkirin.