Bereya Berxwedanê ya Filistînê nayê jiçekkirin
Rayedarên Hemas u Cihada Islamî ya Filistînê amajeyî berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst kirin u pêgirî kirin ku komên berxwedêr ên Filistînê ti dema nayên jiçekkirin.
Heysem Ebû Xezlan yek ji rêvebirên payebilind ên Tevgera CIhada Islamî ya Filistînê tevî şermezarkirina berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst li Xezzeyê, got: Ti hêzek nikare bi armanca jiçekkirina Komên Berxwedêr derbasî Zîvala Xezzeyê bibe û ew komana dê neyên jiçekkirin. Wî amajeyî vê yekê kir ku Bereya Berxwedanê nêrîneke zelal derbara nepêkanbûna jiçekirina xwe da heye û got: Amerîkîyan jî ev yeka fem kirine, lewma ti kes nikare hebûna Bereya Berxwedanê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê nebîne u berçav negire. Wî amajeyî pabendbûna Bereya Berxwedanê bi agirbesê kir u got: Tevî pabendbûna Bereya Berxwedanê bi agirbesê, Rejîma Sîyonîst hela jî cinayetên xwe didomîne.
Usame Hemdan yek ji rêvebirên Tevgera Hemasê jî bal kişand ser alugurên têkildarî agirbesa li Xezzeyê û pêgirî ser neyartîya teqil a hibmer her sergêrîya derveyî kir u got: Em jiçekkirina Komên Berxwedêr qebûl nakin û dê rê nedin ti destwerdaneke derveyî di karên navxweyî yên Filistînê da. Hemdan dîyar kir ku destpêkirina qonaxa duyem a agirbsê pêwîstî bi raberkirina garantîyên zelaltir û sozên deqîqtir heye u got: Rejîma Sîyonîst ne tenê pabendê rêkevtinameyê nîne, belku heta rêkevtiname u sozên xwe yên navdewletî jî bi awayekî berfire binpê dike. Wî herwiha got: Rejîmadagirker derbasgehan venake û rê li ber derbaskirina alîkarîyên merivdostane digire, ev yek nîşaneyeke aşkira ya nêta wê ji bo destpêkirina destdirêjîya ser Zîvala Xezzeyê ye. Vî rêvebirê Hemasê herwiha got ku berdewambûna binpêkarîyên Rejîma Sîyonîst, hitbara Amerîkayê l iasta navdewletî zêdetir ji berê lawaz u sist kirîye; hitbara ku di esasê da jî sist bû.