Zêdebûna dilnîgeraniyan ji ber rewşa bi karesat a mirovî li Xezzeyê
Hevgavê dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzê û dorpêçkirina vê zîvalê ji aliyê artêşa terorê ve, barîna baranê û rabûna lehiyê û nebûna îmkanên pêdivî, dilnîgeraniyên li ser rewşa bikaresat a mirovî ya li Zîvala Xezzê zêde bûne.
Medyayên filistînî bi ragihandina dewama cinayetên Rejîma Sityonîst li Zîvala Xezzê pêgîrî kirin bi dehan kes ji filistîniyan û awareyên ku di konan de dijîn, ji ber baran, lehî û bagerê tûşî pirsgirêkên zav bûne. Fîlîp Lazarînî, komîserê giştî yê UNRWAyê, îro nîgeraniya xwe ji ber rewşa bi karesat a mirovî li Zîvala Xezzê ya ji ber bager, baran û lehiyê diyar kir û destnîşan kir: Filistîniyên li Zîvala Xezzê ku her tiştê xwe ji dest dane, bi pêleka nû ya êş û eleman re rûbirû ne, ji ber ku baran, bi xwe lehî û kawilî û mişkilên tendirustiyê yên zêdetir tîne.
Munîr El Berş, birêvebirê giştî yê wezareta tendirustiya Filistînê li Xezzê jî pêhişyarî da ku sarbûna zav a hewayê û derbasbûna ava baranê nav konên awareyan, canê zarok, pîr û kal û nexweşan xistiye ber gefa mirinê û ev rewşa di halekî da ye ku aware rastî kêmbûna zav a îmkanên berayî, nebûna xizmetên pêvîst û dorpêça giran aRejîma Siyonîst ve hatine.
Hazim Qasim, berdevkê Hemasê jî amajeyî rewşa bi karesat a nika li Xezzê kir û got: Zîvala Xezzê ji ber bahozê û baranên vê dawiyê û nuqumbûna navendên bicihkirina demkî ya awaran, rastî karesateka rastîn a din hatiye.
Mehmûd Besel, Berdevkê Komîteya Alîkarîgîhandina bajaran a Zîvala Xezzê jî amajeyî kawiliyên li Xezzlê û dewama barîna baranê û lehiyê kir û got: Sîstima gîhandina xizmetan li Xezzê di halê têkçûnê ye û bi her pêleka barîna berf û baranê, metirsî zêde dibin û gefê li jiyana bi hezaran kesî dixwun.
Îsmaîl Sewabite, birêvebirê Nivîsgeha ragihandina hikûmî ya li Xezzê jî basa bikaresatbûna rewşa mirovî ya li kempên awareyên filistînî di vê navçeyê da kir û got: Di encama baranên berdewam û nebûna îmkanên berayî, derbe li bi dehan hezar konan ketiye û zêde ji 22 hezar konên awareyan bi tevahî kawil bûne.