Qeyrana nû li Xezzeyê bi destpêbûna demsala sirr u seqemê
Bi sarbûna bere bere ya hewayê u destpêbûna baranên guj li başûr u navenda Zîvala Xezzeyê, bi dehan kon u çadirên awareyan li şarê Xan Yûnisê u derdorê di bin avê da man u rêyên herêma Mewasîyê jî hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku awareyên filistînî ku şerê dusalî û dorpêça di bin bombebaranê da, birsîbûn û awaretî derbas kirine, nika pêrgî gefeke nû bûne. Ji ber baranên guj û berdewam li Xezzeyê, rewş li vê herêmê gellekî giran bûye û lehî kon u çadirên rizî dide ber xwe u bi hezaran aware di nav herî u lêmişt u sermaya zivistanê bêsitar dimînin. Di vîdyoyekê da dîyar e ku ciwanek di bin herî û lêmiştê da asê bûye û heke dereng biçûna hawar u alîkarîya wî, dê canê xwe ji dest bida. Dezgehên alîakrîgîhandinê nemaze NY hişyarîyê didin ku bi giranbûna baranê, qeyrana mrivî ya li Xezzeyê ketîye qonaxeke bitaluketir, ji ber ku binesazî, rêyên têkilîyê û alavên alîkarîgîhandin u hawargiheştinê hema bêje ji nav çûne. Çavkanîyên pizişkî li Xezzeyê jî ragihandin ku zarokeke heştmehî ji ber seqem u sermayê li Xan Yûnisê canê xwe ji dest da. Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê l iXezzeyê jî berî vîya ragihandibû ku bi destpêbûna zivistanê rewşa merivî ya nêzîkî milyonek u nîv awareyan ketîye qonaxeke bitaluketir u bi berdewambûna vê rewşê u negihîştina kon u alîkarîyên hawargiheştinê yê karesateke berfiretir biqewime. Tevî vê yekê Rejîma Sîyonîst rê nade alavên bicihbûnê werin derbaskirin, ku berovajî sozdayîna vê rejîmê ya di rêkevtinameya agirbesê da ye. Agirbesa ku piştî şerê dusalî yê giran hat destpêkirin, şerê ku di encamê da zêde ji 70 hezar kesî hatin şehîdkirin u zêde ji 171 hezar kesan jî hatin birîndarkirin.