Kanûn 10, 2025 17:58 Asia/Tehran

Hevgavê pêla baranê û rabûna lehîyan li Xezzeyê, Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da derheq karesata nû hevgavê sarbûna hewayê de hişyarî da.

Bi nêzîkbûna Zivistanê, rabûna bayê u baranên guj, awareyên bêsitar li seranserê Zîvala Xezzeyê ketine rewşeke girantir da u çavkanîyên hikûmî li vê herêmê derbara qewimîna karesateke nû hevgavê sarbûna hewayê da hişyarî dan. Tofana Cemserê ber bi herêmên filistînî va tê û yê baranên guj u giran bi xwe ra bîne, lewma derbara ihtimala rabûna lehîyên nişkêveyî û zîyandîtina binesazîyan da jî hişyarî hatîye dayîn. Yehya Sirac Şaredarê Xezzeyê gotîye ku Sedema xembarîyeke giran e ku niştecîyên Xezzeyê hela jî di kon u çadiran da dijîn. Xêvet u çadir bi qasê ku têrê bike, baş u guncav nînin ku bikaribin zarok u zêçan, jin u kalû pîran ji sermaya zivistanê u lehîyan biparêzin. Di encama şerê dusalî u berdewambnûa destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst da, Xezze veguherîye wêrane u kavilekê ku bi kêrî jîyanê nayê. Rejîma Sîyonîst nahêle ku kel u pelên avahîsazîyê derbasî vê herêmê bên kirin u jinûveavakirina Xezzeyê ji hêla Rejîma Sîyonîst va hatîye sekinandin, lewma welatîyên filistînî neçar in ku di çadir u konan da bijîn, kon u xêvetên ku ser lêmişt u bermayîya lehîyan hatine vedan. 

Ismayîl Sewabite Ser-rêvebirê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmetê li Zîvala Xezzeyê jî amajeyî sergirdanmayîna 6 hezar kamyonên hilgirê alîkarîyan li derbasgehan kir u ji civaka navdewletî xwest ku zorê bidin Rejîma Sîyonîst. Wî herwiha got: Divê 250 hezar çadir, kanêks u konteyn derbasî Xezzeyê bihata kirin. 288 hezar malbat bêsitar in u rewş bi sarbûna hewayê girantir dibe.  

Serepeyv