Kanûn 09, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Berdewambûna cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê

Zîvala Xezzeyê îro jî bû şehedê êrişên hewayî û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên  borî de 5 şehîd ji bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin ku ji vê hejmarê 3 kes nû hatine şehîdkirin û 2 cenaze jî ji bin kavilan hatine derxistin. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, bi daxûyaniyekê derbarê binpêkirina agirbesê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve gotiye ku ji dema pêkanîna agirbesê ve artêşa Rejîma Sîyonîst 738 caran agirbes binpê kiriye ku di encamê de 386 filistînî şehîd bûne û 980 kes jî birîndar bûne.

Bajaroknişînên çekdar ên siyonîst bi piştgiriya artêşa vê rejîmê êrişî çend  bajarokên li Xelîl û Ramullahê kirin û mal û zeviyên filistîniyan wêran kirin. Tevgera Hamasê jî bi şermezakirina tund a kavlkirina erdên cotkariyê yên filistîniyan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê û êrişên berdewam  ên siyonîstan ser mal û  milkên xelkê Filistînî li vê herêmê derbarê pîlanên dagirkeran jibo berfirehkirina çêkirina bajarokan, xistina navçeyên filistînî di bin kontrola xwe da u bicihkirina cihûyan u guhertina navnama herêmê ser navê cihûyan de hişyarî da. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê jî ragihand ku 362  kes ji kadroyên dermankirinê hatine girtin û hejmareke zêde ji wan hîn bêserûşûn in. Ji despêka  şerê jînosaydê li dijî Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an ve heta niha  70 hezar û 365  kse şehîd bûne û  71 hezar û 58  kes jî birîndar bûne. 

Serepeyv