Hejmara şehîdên Xezzeyê rabû 70 hezar u 365 kesan
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên şerê dijî Xezzeyê rabû 70 hezar u 365 kesî u ya birîndaran jî rabû 171 hezar û 58 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê li Zîvala Xezzeyê di daxûyanîyekê da ragihand ku di 24 saetên buhurî da meytê 5 şehîdan bo nexweşxaneyên Zîvala Xezzeyê hatine veguhestin ku 3 ji wan vê dawîyê hatine şehîdkirin u 2 meyt jî ji bin kavilan hatine derxistin.
Herwiha hejmareke nekifş a gorîyan jî di bin kavilan da u li kolanan mane û hêzên hawargiheştinê ji ber nebûna alavên pêwîst u berdewambûna êrişên dagirkeran, nikarin wan peyda bikin an veguhêzin.
Li gorî amarên fermî ji destpêka agirbesê va yanî ji 10ê Cotmeha 2025ê va heta nika 376 kes hatine şehîdkirin u 981 birîndar jî veguhestine nexweşxaneyan.