Kanûn 07, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê

Rejîma Siyonîst hevdem li gel binpêkirina agirbesê li Xezzeyê, êrişên xwe dijî filistîniyên li Xezzeyê berdewam dike.

Balefirên şer ên Rejîma Siyonîst herêmên rojhilatê Xan Yûnisê bombeberan kirin. Çavkaniyên nexweşxaneyan li Xezzeyê ragehandin ku ji vê sibê ve heta niha 7 kes li bajarê Xezzeyê û bakurê zîvala Xezzeyê di encama gullevaêtina hêzên dagirker şehîd bûne û 17 kes jî birîndar bûne. Îro jî bajaroknişînên siyonîst êrişî malbateke flistînî li navçeya Xelayilê li gundê Moxîrê li bakur rojhilatê Ramellahê kirin. Di encama êrişên artêşa Rejîma siyonîst ser zîvala Xezzeyê ji 7 Cotmeha 2023`an ve heta niha, 70 hezar û 360 kes şehîd bûne.

Serepeyv