Hişyarîdayîna UNRWAyê derbarê birçîhiştina sîstematîk li Xezzeyê de
Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar ji bo Awareyên Filistînî ya NY (UNRWA) bal kişand ser kêmasiya çavkaniyên darayî û sînordarkirinên berfireh ên ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û derbarê birçîtiya pir zêde, rawestandina xizmetên bingehîn û gefa li ser jiyana bi mîlyonan awareyên filistînî li Xezzeyê hişyarî da.
UNRWA ragihand ku siyaseta birçîhiştina sîstematîk li zîvala Xezzeyê hîn didome û kêmasiya çavkaniyên darayî, qeyrana mirovî li vê herêmê gihandiye astek bêhempa.
Ednan Ebû Hesene, şêwirmendê medyayê yê UNRWAyê, tekez kir:
Bi mîlyonan awareyên filistînî li Xezzeyê û rexê rojavaya çemê Urdinê, ji bilî xwarinê, di warên perwerde, tenduristî û dabînkirina darayiyê da rastî ziyanên cidî hatine.
Li gorî gotina Ebû Hesene, zext û sînordarkirinên ji hêla Rejîma Siyonîst va dijî çalakiyên UNRWAyê ev rêxistina anîne ber halê hilweşînê. Ev hişyarî di demekê de ne ku Rejîma Siyonîst tevî ragihandina agirbesê êrişên xwe ser Xezzeyê didomîne. Tevî ragihandina fermî ya agirbesê di Cotmeha borî de, berdewambûna sînordarkirin û êrişan nîşan dide ku Telavîv pabendî sozên xwe nîne û qeyrana mirovî li Xezzeyê her ku diçe girantir dibe.