Şehîdbûna 67 zarokên filistînî di dema agirbesa Xezzeyê
Berdevkê UNICEF`ê derbarê şehîd û birîndarbûna bi dehan zarokên filistînî di dema qaşo agirbesa li Xezzeyê de agahî da.
Berdevkê UNICEF`ê ragihand ku ji dema pêkanîna agirbesê li Xezzeyê di 11`ê Cotmeha buhurî de heta niha herî kêm du zarokên filistînî di encama êrişên rejîma Siyonîst şehîd bûne. Berdevkê UNICEF`ê diyar kir ku di dema agirbesa li Xezzeyê de, 67 zarokên filistînî di encama êrişên rejîma Siyonîst şehîd bûne û bi dehan zarokên din jî birîndar bûne. Wî got ku hevdem ku êrişên siyonîstan ser Xezzeyê berdewam dikin bi sedan hezar zarokên filistînî di konên ne guncaw de bêyî amûrên germkirinê dijîn. Li gorî nûçeyeke din, di encama êrişên hêzên dagirker ên siyonîst ser gundekî navçeyên Nablus û Qudsê li Rexê Rojava Çemê Urdinê, sê filistînî şehîd bûne.