Xezze: Sîyonîstan organên laşê gellek şehîdên filistînî dizîne
Mijdar 13, 2025 18:28 Asia/Tehran
Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê ragihand: Sîyonîstan organên laşê gellek şehîdên filistînî dizîne.
Ser-rêvebirê Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê amajeyî dîyarbûna şopa işkenceya hovane ser meytê şehîdên filistînî dema wergirtina wan kir u pêgirî kir ku li gorî şopên hanê dîyar e ku dagirker bi tankan ser wan meytana ra derbas bûne û herwiha şopên teqil ên dizîna organên laşên şehîdên hanê dîyar in.
Munîr Burş got: Divê komsyonên serbixwe yên navdewletî ji bo lêkolîna têkildarî cinayetên hovane yên sîyonîstan derheq meytên şehîdên filistînî ku di hefteyên vê dawîyê da hatine wergirtin, bên pêkanîn.