Zêdebûna hejmara şehîdên Xezzeyê
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku cenazeyên heft şehîdên din bo nexweşxaneyên zîvala Xezzeyê hatin veguhestin u hejmara şehîdan rabû 69 hezar û 176 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de cenazeyên heft şehîdên din bo nexweşxaneyên zîvala Xezzeyê hatine veguhestin. Di vê raporê de hatiye ku yek ji van şehîdan vê dawiyê şehîd bûye û cenazeyên şeş kesên din jî ji bin kavilan hatine derxistin û di 24 sietên borî de pênc birîndar jî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhestin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê jî ragihand ku, bi zêdekirina vê hejmarê, hejmara şehîdan li Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 69 hezar û 176 kesan û hejmara birîndaran jî rabûye 170 hezar û 690 kesan. Li gorî raporên medyayan, Rejîma Siyonîst hîna jî agirbesê binpê dike û di vî warî de, balafirên cengê yên vê rejîmê duh sê caran bajarê Xan Yûnis li başûrê Xezzeyê bombebaran kirin. Herêmên rojhilatê bajarê Xezzeyê jî ketine ber êrişên balefirên şêrr ên Rejîma Siyonîst.