Mijdar 07, 2025 11:06 Asia/Tehran

Çavkaniyên filistînî derbarê dewama kiryarên tepeserkirinê yên leşkerên Rejîma Siyonîst li Qudsa dagirkirî û Rexê Rojavaya çemê Urdinê agahî dan.

Çavkaniyên filistînî ragihandin ku leşkerên siyonîst êrişî bajarokê Cudeyre li bakurê rojavayê Qudsê kirin û tevî birîndarkirina ciwanekî filistînî yekî din jî girtin. Ji aliyê din ve leşkerên siyonîst êrişî bajarê Qelqîliyê li bakurê Rexê Rojavaya çemê Urdinê kirin. Hêzên artêşa Siyonîst her wiha vê sibê êrişkeke berfireh kirin ser gelek bajar, gund û kampên filistîniyan.Li Tulkermê jî hêzên dagirker bi êrişa ser  malên navçeya  Zenabet  û Haret Selam çar ciwan girtin. Çavkaniyên herêmî dibêjin ku artêşa vê rejîmê hîn jî li hin deveran operasyonên xwe berfireh dike. Rejîma Siyonîst, di dewama binpêkirina agirbesê li Lubnanê bi  berdewamkirina êrişên xwe ser herêmên niçtecihbûnê bûn sedema şehîdbûna kesekî û birîndarbûna çend welatiyên Lubnanî. Rayedarên Rejîma Siyonîst gotine ku ev êriş bi hevahengiya Amerîkayê hatine kirin û heke artêşa Lubnanê pêvajoya bêçekkirina Hizbullahê bilez neke, rejîm dê li dijî Lubnanê dest bi şerekî nû bike.  Li berteka li himber van êrişan  Cozêf Ewn, Serokkomarê Lubnanê got ku tiştê ku artêşa Siyonîst li başûrê Lubnanê kiriye, li gorî qanûnên navneteweyî cinayeteke tam û cinayeteke siyasî ya hovane ye.

Serepeyv