Êrişên hewayî yên vê sibê yên artêşa Rejîma Siyonîst ser Xan Yûnis û rojhilatê Xezzeyê
Cotmeh 30, 2025 18:02 Asia/Tehran
Balafirên şer ên Rejîma siyonîst vê sibê deverên curbicur ên zîvala Xezzeyê çendîn caran dan ber êrişan.
Artêşa Rejîma Siyonîst di dewama cinayetên xwe û binpêkirina agirbesê li Xezzeyê, di çend sietên borî de zêdetirî 10 êrişên hewayî yên li pey hev kirin ser rojhilatê Xan Yûnisê û hevdem tank û wesayîtên zirxî yên artêşa terorê jî guleyên giran avêtin ser deverên xelknişîn ên rojhilatê Xezzeyê.
Li gorî raporan topxaneya Rejîma Siyonîst berdewam êrişî deverên Me'en, Şêx Nasir û Coret Lewtê li başûrê Xezzeyê dike. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku hejmara şehîdên gera nû ya êrişên artêşa terorê ser Xezzeyê de gihîştiye herî kêm 109 kesan, ji wan 52 zarok û 23 jin in.