Şehdbûna 94 kesan li Xezzeyê ji dema agirbesê ve
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê derbarê şehîdbûna 94 filistîniyan li vê zîvalê ji dema agirbesê vir ve agahî da.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê îro ragihand ku piştî şerê jînosaydê yê Rejîma Siyonîst li Xezzeyê 68 hezar û 531 kes şehîd bûne û 170 hezar û 402 kes jî birîndar bûne. Di 24 sietên borî de 4 kes ji wan şehîdekî nû, du şehîdên ku vê dawiyê ji nav kavilan hatine derxistin û kesek ku ji ber birînên berê şehîd bûye û 7 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyên Xezzeyê hatine veguhastin.
Hîn hejmareke zêde ji qurbaniyan di bin kavilan de û li kolanan mane, ji ber ku tîmên awarte û rizgarkirinê nekarîne xwe bigihînin wan. Ji dema ragihandina agirbesê di 11`ê Cotmeha 2025`an de, hejmara şehîdan gihîştiye 94 kesan û hejmara birîndaran gihîştiye 344`an û hejmara cenazeyên ku ji bin kavilan hatine derxistin jî gihîştiye 474 kesan. Ji 195 cenazeyên ku ji aliyê dagirkeran ve hatine radestkirin, heta niha 75 cenaze hatine naskirin û nasnameyên wan hatine diyarkirin. Cenazeyên mayî hîn di halê lêkolînkirin û naskirinê da ne.